Emer Seîd Elî dîsa bû serokê Tevgera Goran.
Tevgera Goran ji bo ku serok û rêveberiya xwe ya nû hilbijêre îro li Silêmanî kom bû. Di kombûnê de Emer Seîd Elî dîsa hate ser seroktiya Tevgera Goran.
Ji bo Seroktiya Tevgera Goran Emer Seîd Elî û Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî ketin xwe di ber hev re rakirin.
Dîsa Emer Elî Seîd hate ser Seroktiya Tevgera Goran, 7 kes jî ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.
Konseya Seroktiyê ya Tevgera Goran ji 7 kesan pêk tê. Di hilbijartina 12’ê Îlonê de Cemal Hecî Mihemed bû Serokê Konseyê. Cemal Hecî Mihemed her wiha endamê Desteya Rêveber a Tevgera Goran e.
Konseya Seroktiyê ya Tevgera Goran ji 7 sekreteryayan pêk tê, 1 jê seroktiyê dike, 6 jê ji xebatên sekreteriyê berpirs e.