Washington, ji sedema ku li gorî ambargoya li dijî Rusya tevnegeriya ne, zêdetirî 150 kes û hevparên ji Tirkiyê, Çin û Yekîtiya Mîrekîtiyên Ereban kirine lîsteya qedexekirî..
Wezîrê Karên Derve yê Emerîka Antony Blinken daxuyaniyek da û got:
Ji sedema şerê Ukrayna, Emerîka û hevkarên wê, li dijî Rusya ambargo dane dest pê kirin. Lê, ji welatên cûda, zêdetirî 150 hevpar û kesayetan, li dijî ambargoyê tevgeriyan e û di lîsteya qedexeyan de hatine bi cihkirin.
Blinken got; Em ê li dijî Rusya ku li Ukrayna komkujiyan dike, kes û hevparên bi riyên cûda destekê didine Rusya, têkoşînê dikin û tiştên ji destên me werê em ê bikin.
Emerîka lîsteya hevparên arîkarî dane Rusya rêz kirine û ji bo Tirkiyê jî dibêje; Amurên balafiran, amurên X-ray, teknoloji, ekipman şiyandine Rusya. Tirkiyê, destek daye paramîlîterên Wagnerê û ji bo hevpara Rostecê, amurên miktoelektronîk şiyandine.
Wezraeta Xewînê ya Emerîka jî destnîşan kir ku hevparên Tirkiyê, Bosfor Avrasya, Egetir Otomotiv, Globus Turkey Lojistik, Kartal Exim, Konomar Gemi Elektrik û Elektronik, Megasan Elektronik û Özkaya Otomotiv, destek dane Rusya.