Doh jî, Platforma Şaxên KESK’ê ya Enqerê û parlamenerên DEVA çûne serdana Emîne Şenyaşar.
Hevserokê SES’ê yê Enqerê Îbrahîm Kaya, axivî û got:
Em her tim li gel malbatê ne û em ê li dijî bêhiqûqiyê wekheviyê biparêzin.
Cigirê giştî yê Partiya DEVA Îdrîs Şahîn jî axivî û got:
Lêgerîna edeletê ya Emîne Şenyaşar daxwaza hemû civakê ye.
Riya asayîbûnê ji edeletê derbas dibe.
Emîne Şenyaşar jî axivî û got;
Dîmenên dema komkujiyê hatine winda kirin.
Serokomarê AKPyî Tayyîp Erdogan vê dizane.
Wî hovên ku komkujî kirin, kirin parlamenter.
Bi vê yekê xwe li hemberî cîhanê rezîl kir.
Çalakiya Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an, hatibû girtin jî, di roja 31mîn de dewam dike.