Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Edaletê nobeta xwe dewam dike, bal kişande ser pêkanînên derhiqûqî yên dadgehê û xwest kurê wê bê berdan.

Emîne Şenyaşar, bi pankarta ‘Edalet’ çû ber Wezaretê, bertek nîşanî berdewam kirina girtina kurê xwe Fadil Şenyaşar da û got;

Heta kurê min bê berdan ez ê çalakiya xwe bidomînin. Ez bang li hemû dayikan dikim ku piştgiriyê bidin min.

Emîne Şenyaşar got; Ez ji bo dadgehê çûme Meletiyê. Tiştekî bi navê dadgehê nîne, di her danişînê de dadger û dozgerek cuda tînin. Di her danişînê de dadgeheke cuda pêk tînin. Kurê min di girtîgehê de ye, kesên ku sûc kirine li derve digerin.

Heta kurê min bê berdan ez ê li vir bim. Bila nebêjin Emîne tenê li vir rûdinê, hemû cîhan bi wan dizane.

Yade Emîne got, Hemû delîlên li nexweşxanê tune kirin. Ez fitara xwe ya roja 5 an li vir vedikim. Ez dixwazim hemû dayik werin alîkariya min bikin û li edaletê bipirsin.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, piştî fiatara xwe vekirin vegeriyan parlamentoyê.