Emîne Şenyaşar a ku 107 roj in, Nobeta Edaletê didomîne û bertek nîşanê doza li dijî wê hatiye vekirin da û got:Yên ku sûc dikin li derve digerin, lê ji bo îfadeyê gazî min dikin.

Emîne Şenyaşar diyar kir ku, li dijî wê, doza “heqareta li karmendekî cemaweriyê” kiriye vekirine û got; Serê 3-4 rojan carekê bangî min dikin ku biçim edliyê î fadê bidim. Bila kesên sûc kirine bên girtin. Çima wan nagirin? Dema ew digerin, kurê min di girtîgehê de ye. Ez edaletê dixwazim, deriyên wezaretê kilît dikin. Hemû zarokên min kuştin, bila vî kurê min bihêlin. Heta ku kurê min bê berdan, ez ê tu carî ji vir neçim.

Emîne Şenyaşar, deriyê Wezareta Dadê ya Tirkiyê ku li ber wan kilît kirine îşaret kir û got; Binêrin derî li me girtine. Dema em digihîjin vir, deriyan kilît dikin û xwe vedişêrin. Ev dewlet e yan desthilatdarî ye? Ev desthilatdarî kujer e, ev derî jî deriyê dewletê ye ne deriyê desthilatdariyê ye.

Piştî çalakiyê Emîne Şenyaşar bi kurê wê Ferît Şenyaşar çûne Meclîsê.