Di beşa Nûçeyên Tirkî de xelata yekem dan Abdurrahman Gok, di nûçeyên kurdî de jî dan İsmail Ari.
Pêşbirka xelata rojnamevaniyê ya APê Musa îsal cara 30’mîn pêk hat.
Ji bo bîranîna zanayê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) û rojnamevanên li ser kar jiyana xwe ji dest dane, her sal tê lidarxistin.
Pûşbirk, ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê birêvebirin, ji beşên “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Nûçe Wêne)”, “Karîkatûr” û “Nûçegihaniya Jinan” a ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz, di pênc beşan de pê hat.
Edîtorê Ajansa Mezopotamya yê girtî Abdurrahman Gok di beşa tirkî de bi nûçeya bi navê “Li Rojhilat û Îranê me: Hêviya Îraneke nû” xelata nûçegihanê ya yekemîn bi dest xist.
Rojnameger Metîn Yoksû bi nûçeya xwe “Piştî Şirnexê Sêrt….” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin.
Ji Rojnameya Yeşîlê Dîlan Pamûk bi nûçeya “Li Yataganê li ser sûc hatin girtin….”
hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin.
Ji Rojnameya Bîrgunê Îsmaîl Arî jî bi nûçeya “Gel jehrî kirin” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin.
Juriya Rojnamegeriya Jin a ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz pêk hat, di vê beşê de xelata yekem da rojnamevana jin Nazila Maroufian ku piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê bi bavê wê Amjad Emînî re hevpeyvîn çêkiribû.
Xelata Nûçeyên Kurdî ji ajansa Bîanetê Ferîd Demîrel bi nûçeya xwe ya bi navê “Fermandarê rêxistina Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye” wergirt.
Ardil Batmaz, bi wêneyê bi navê “Destê dewletê” xelata yekemîn a wêneyan wergirt. Xelata taybet jî Sedat Suna û Efekan Akyuz bi dest xistin.
Di warê karîkaturê de Erhan Yaşar Babalikbi ser ket, Xelata Taybet a Juriyê ya karûkaturan jî dan Muammer Kotbaş.
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ji ber çalakiyên der barê kesên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin hêjayî Xelata Rûmetê hat dîtin.
Merasima xelatdayînê wê 22’yê Îlonê li Stenbolê pêk bê.