Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Kurdistanî civîna xwe ya 20’emîn li dar xist. Encamnameya civînê hat weşandin.

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Kurdistanî di 1’ê Adarê de li navenda KNK’ê ya li Brukselê civîna xwe ya 20’emîn li dar xist. Encamnameya civînê hat weşandin.

Encamnameya civînê wiha ye;

“Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasiya hevbeş, roja 01.03.2020an, civîna xwe ya bîstemîn li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojava, dengvedana berxwedana Rojava di qada navneteweyî de, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Herweha rewşa Rojhilata Navîn, bi giştî pêşketinên herêmê û cihanê hatin nirxandin.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê, rojeva sereke ya civînê bû. Teybetî êrîş û dagîriya dewleta Tirk, suçên şer û sûçên dijê mirovahiyê yên ordiya Tirk û hevkarên wê, bûne rojeveke sereke. Di vî şerî de rol û helwesta hêzên Cihanî, hêzên herêmî û helwesta reya giştî ya navneteweyî, bi awayekî teybet hate nirxandin. Li hember êrîş û dagîriya dewleta Tirk, xwedî derketina berxwedana Rojava ji teref hemî gelê Kurdistanê û hemî hêzên Kurdistanî ve, weke gaveke mezin ya yekîtiya neteweyî hate nirxandin û hate silavkirin. Herweha peywendiyên di nava partî û rêxistinên Rojava, hewldanên KNKê û hêzên din yên ji bo yekrêziya hêzên Kurdî yên Rojava, hatin nirxandin, hatin destekkirin û berdewamiya wan xebatan hate xwestin. Ji bo piştgiriya navnetweyî ya li hember êrîş û dagîriyê bête xurtkirin, herweha ji bo deskevtiyên Rojava bêne parastin, di asta dîplomatîk de biryara berdewamkirina rêze hevdîtînan li welatên cûrbecûr hate dayîn.

Li ser rewşa Başûr û Êraqê, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê, boyerên li deverên dabirayî diqewimin, xirabkirina demografiya deverên dabirayî, teybetî rewşa aloz ya Êraqê û gengeşiyên derbarê avakirina hukumeta nû ya Êraqê û beşdarbûna hêzên Kurd di hukumeta nû de, nîqaşên berfireh pêkhatin. Rewşa Şingalê, bi awayekî teybet hate rojevê, parstina bawermendên Êzidî û avakirina statûyek xweser li Şingalê, bo beşek ya plansaziyê.

Rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî hate nirxandin. Teybetî sêdaredana zîndaniyan û êrîşên li ser kolberan, bi giştî zext û kiryarên xirab yên Îranê, krîza di navbera Emerîka û Îranê û bandora wê li herêmê û li Kurdistanê, weke rojeveke sereke hatin destgirtin.

Li ser rewşa Bakur, êrîşên dewleta Tirk yên li ser gel û deskevtiyan, teybetî destdanîna li ser şaredariyên bajarên Kurdistanê, bi berfirehî hatin nirxandin. Di vî warî de bi palansaziyek teybet ya rêze hevdînên dîplomatîk hate çêkirin.

Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

1- Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşiya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatê de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagîriya xwe ya li rojavaya Kurdistanê zêdetir dike. Ev dagîrî ne tenê li Rojava ye, heman demê de li Xakûrkê ye, li Başîka, li Şingal, li Kerkûkê û li gelek deverên dine jî. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî deskevtên gelê Kurdistanê ye. Civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember vê dagîriyê xurttir derkevin, li hindir û li derve dengê xwe bilindtir bikin.

2- Civîn, helwesta gelê Kurdistanê ya li hember dagîriya dewleta Tirk weke bingeha yekîtiya neteweyî di nirxîne, teybetî boykotkirina kel û pelên Tirkî ku li başûra Kurdistanê destpêkir û bilav bû, silav dike û bang li gelê Kurd û dostên Kurdan dike ku vê boykotê di hemî warên jiyanê (mal û berhemên Tirkî, turîzm û hwd.) de xurttir bikin.

3- Civîn, yekrêziya di nava mala Kurdî de giring dibîne û hemî karên di vî warî de destek dike. Civîn, di vî warî de hewladanên KNKê û hêzên din yên ku dixwazin hemî partî û rêxistinên Kurdistanî yên Rojava bîne bahev û di asta Rojava de desteyekî yekgirtî (Lêvegerek Kurdî) pêkbîne, destek dike.

4- Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakurê Sûriyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Herweha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava derkevîn, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.

5- Ji bo çêkirina destûrek nû ya Sûriyê, li bajarê Cenevre yê komîta destûrê hatiye komkirin. Lê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Surî û hêzên Kurdî heta niha nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê, wê van encaman nasnekin. Civîn sêrîde bang li Rêberiya Neteweyên Yekbûyî û hêzên peywendîdar dike ku rojekî zûtir Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Surî jî, tevlî van civîn û nîqaşan bêkirin.

6- Dewleta Tirk li bakura Kurdistanê êrîşê hemî deskevt û nirxên gelê me dike. Li alîkî bi hêzên xwe yên çekdar êrîşê gel û şervanên azadiyê dike, li alê din desdatîne ser şaredariyên bajarên Kurdistanê û li alê din jî her roj grub grub siyasetvanên Kurd digre û zîndanî dike. Ji bo ev rewş di qada navneteweyî de baştir bê zanîn û li hember polîtkayên dewleta Tirk helwest bê girtin, bi welat û saziyên navneweyî re rêze hevdîtin hatin plankirin.

7- Dewleta Tirk, hemî rêxistin û siyasetvanên Kurdan weke terorîst nav dike û êrîş dike. Lîsta terorê ya Emerîka û Ewropa meşruiyetekî dide êrîşên dewleta Tirk û hemî Kurdan jî mexdûr dike. Ev lîste gorî berjewendiyên dewletan bi biryareke siyasî, li ser bingeha neheqî û bê edaletiyê hatiye çêkirin. Piştî biryara Dadgeha Bilind ya belçîka yê, derfet derketiye ku ev lîste bê guhertin û navê rêxistinên Kurdistanî ji vê lîstê bêne derxistin. Divê hemî hevdîtinên dîplomatîk de lîsta terorê, weke belgeyek neheq û bê huqoq bête dîtin û ji bo ev lîste bête sererastkirin kar bêne meşandin.

8- Ev demeke dirêje hemî ziyaret û hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re hatine rawestan û di bin tecrîdek girankirî de ye. Rojên derbazbûyî (27.02.2020) hate ragihandin ku li Girava Îmraliyê şewatek derketiye. Ev jî guman û metirsiyan ji gelê me re çêdike. Civîn hemî hewl û kampanyayên azadiyê yên ji bo Birêz Ocalan destek dike.

9- Zext û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewamin. Rojane kolber têne qetilkirin, girtiyên siyasî têne îdamkirin, siyaseta bêdengkirina gel û asîmîlasyonê tête xurtkirin. Em zext û êrîşên dewleta Îranê şermezar dikin, tekoşîna gel û hêzên Kurdistanî yên rojhilatê Kurdistanê destek dikin.

10- Em, careke din ji hemî partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin ku nakoyên di nav xwe de bidin alîkî û yekîtiyek xurt dinav xwe de pêkbînin û rewşa Îranê bi baldarî ji nîzikve bişopînin û xwedî li gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê derkevîn.

11- Li başûra Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografiya herêmê tê guhertin. Em hişyarî didin hukumeta Bexdayê, ji bo tawanên koçberkirin, Erebkirin û guherîna demografiya bajarê Kerkûkê û deverên maddeya 140, tedbîran bigrin û dev ji polîtîkayên dema Baesiyan berdin. Divê kesên koçberbûyî bizivirin malên xwe û zerer û ziyana wan bêne tezmînkirin.

12- Êraq di nava aloziyek mezin de ye û roj bi roj xwepêşandanên dijê hukumetê zêdetir dibin. Hinek derdorên şovenîst dixwazin vê krîzê weke derfet kar bînin û destûrê bi awayeke ne demokratîk biguherin û mafên gelê Kurd yên destûrî lewaz bikin. Ev rewş û ev xwestekên vî rengî bi çi şêweyî nayêne qebûlkirin. Civîn di pêvajoya avakirina hukumeta nû ya Êraqê de, helwesta hêzên Kurdistanî ya yekgirtî karekî pîroz dibîne û destek dike.

13- Dagirkeriya dewleta Tirk li Başûr roj bi roj zêdetir dibe. Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, ji bo deskevtên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin.

14- Civîn, bi awayeke teybet êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şingal û Mexmûrê digre dest. Ev êrîş dibin beşek ji xirabkirina demografiya Kurdistanê û herweha dibe pişgiriyek ji hêzên terorîst (DAIŞ û hwd.) û nijadperest re. Divê hukumeta Êraqê, hukumeta Herêma Kurdistanê û hemî hêzên peywendîdar, dijê van êrîşan derkevin û ev êrîş bêne rawestandin.

15- Eve demeke dirêje li ser qempa Mexmûr ambargoyekî ne heq ne rewa tê meşandin. Ev rewş gelê herêmê mexdûr dike û dilê dijminan xweş dike. Civîn, beng li rêveberiya Herêma Kurdistanê dike ku amborgoya li ser Mexmûrê rojekî zûtir rakin.

16- Ji bo zulma DAÎŞ ê li ser gelê me yê Êzidî weke Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîriya keysa Êzîdiyan dikin. Divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagîrkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê hewl bê dan ku Şingal bikeve pratîka avadankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahiyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirabkirin û gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.

17- Em piştgirî ya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Asurî – Suryanî –Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm (gelên kevin) yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, siyasî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.

18- Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, gor prensîbên demokrasiyê tevbigerin, rêz ji hevre bigrin û di qada dîplomasiyê de xetên sor yên berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin.

19- Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasiyê bikin.

Piştî agahdarî û nirxandinan, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Herweha li ser rewşa xwerêxistinkirina komîtê, avakirina komîtên hevbeş li welatan, agahdarî hatin dayîn û ji bo xurtkirin û firehkirina komîtê, nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin girtin. Piştî van nîqaşan, li ser plansaziya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansaziyek berfireh ji bo dema pêş hate çêkirin.