Encamnameya Konferansa Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ya Li Dijî Modernîteya Kapîtalîst ya li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê hate pêkanîn.
Encamnameya konferansê jî, di civîna çapemeniyê de, bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi Kurdî û Yewnanî hate xwendin.
Di encamnameyê de tê gotin ku, li ser îdeolojiya azadiya jinê nîqaşên ciddî hatin kirin û hate destnîşan kirin ku mîmarê felsefeya Jin Jiyan Azadî, Rêber Abdullah Ocalan e û divê ji bo azadiya Rêber Ocalan werê misoger kirin, helwestek ciddî bê girtin.
Encanname wiha dewam dike: Konferansa me di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de komploya navneteweyî ya 24 sal berê li dijî gelan bi tundî şermezar dike. Biryar ew e ku, em bi xurtî beşdarî kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî, Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd’ bibin. Ev demek dirêje debarê tenduristî û ewlehiya Rêber Abdullah Ocalan de tu agahî nayên girtin. Divê têkoşîna li dijî tecrîdê werê xurt kirin.
Konferansa me polîtîkayên krîmînalîzekirina li dijî Tevgera Azadiya Kurd û siyasetmedarên li Ewropayê qebûl nake. Konferansa me, bang li hêzên navneteweyî dike ku demildest KK ji lîsteya qedexeyan derxînin.
Encamname, herî dawî balê dikişîne ser bêhiqûqî û neheqiya li dijî Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku li Qibrisê hate girtin û teslîmî Elmanya hate kirin û dibêje; Kenan Ayaz li ser daxwaza dewleta faşîst a Tirk ji aliyê Qibrisê ve hate girtin û radestî Elmanya hate kirin. Wê mehek şûnde doza wî ya li Elmanya bê dîtin, em banga xwedîderketina li dozê dikin.”