Endama Dîwana Seroktiyê ya KCD’ê Dîlek Adsan li Nexweşxaneya Zanîngeha Gaziyê ku tedawî lê didît jiyana xwe ji dest da. Adsan ku ji Amedê ji bo tedawiyê çûyî Enqerê û 12’ê Tebaxê piştî emeliyatê xwîn çû ser mêjî kiribûn bin lênerîna jidiyayî û 9 rojan bi vê rewşê bû.
Cenazeyê Adsan wê li Êlihê were veşartin.
Şûbeya Amedê ya Egîtim Senê piştî Adsan got, ‘’Di serî de serê malbatê û hevalên wê yên têkoşînê serê me sax be. Em ê te ji bîr nekin.’’
BI SALAN E TÊDIKOŞÎ
Dîle Adsan bi salan têkoşîna kedê dabû. Endamtiya Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK’ê û Hevseroktiya Şûbeya Amedê ya Egîtîm Senê jî kiribû.