Jînda Ronahî got Bêrîtan çarenûsa şer guhert û wiha dom kir:
Eger mirov baş binêre, Bêrîtan bi sekin, meş û kesayeta xwe bû xet, bû fermandar.
Piştî 31 salan yek ji heqîqetên ku em vegerin lê temaşe bikin û fêr bibin, otoriteya xwezayî ya civaka jina azad e.
Di nava PKK’ê de rastiya fermandariyê, rastiya Bêrîtanê ye. Rastiya Zîlanê ye. Rastiya Egîd e.
Bêrîtanê weke xwedawenda şer, çarenûsa şer guhert. Yên ku hundirê xwe bi ruhê Apoyî dagirtin, dikarin her kêliyê bibin fermandar. Bêrîtan ji vî aliyê xwe ve jî mamostek pir baş bû. Bi tevlîbûn, sekin, ked, hezkirin, rêzdarî, têkoşîn û berxwedana xwe, xwe afirand, îtîbar bi dest xist û hezkirin-rêzdarî-nirx dît.
Em hemû jî dikarin ji van rastiyan fêr bibin û bibin şagirtên wê.
Ronahî got:
Rastiya Bêrîtanê û şehîdan, hatina me ya rewşa hebûna civakî îfade dike. Rêbertiya me ev yek pir xweş pênase kiriye: “Hebûna civakî çiye? Tişta ku li kes were kirin, li hemûyan tê kirin.”
Di şexsê Bêrîtanê de bersiv teqez bûye. Bêrîtan bû du jinên li Mêrsînê bi çeka xwe azad û bedew; bû Sara, bû Rûken. Li Mêrdînê bû Eylem, Gulbahar; li Garzanê bû Bêrîtan. Bêmirinî û timjiyîn ev e!