Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP’ê Meryem Yildiz, piştî 3 rojên binçavkirinê hat girtin. 

Endama Desteya Rêvebir a Navendî (MYK) ya DBP’î Meryem Yildiz, di 10’ê Mijdarê de li semta Yenîhal a navçeya Rezan a Amedê hatibû binçavkirin. Yildiz, piştî 3 rojên di binçavan de sewqî Edliyeya Amedê hat kirinç Dozgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi heman îdiayê hat girtin û wê şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.