Şehîd Kasim Engîn ji Pazarcikê heta Elmanyayê ji wir heta çiyayên Kurdistanê, beşek ji jiyana xwe nivîsandibû, her wiha di hevpeyvînek li gel Rojnamevan şehîd Seyît Evran a di sala 2005’an de jî qala wê kiribû.

Va ye ji dengê Kasım Engin beşeke jiyana wî:

 

Ez ji Pazarcikê me. 1966’an ji dayîk bûme. Pazarcik wek tê zanîn, di nava sînorên Mereşê deye û deverek ku meyla koçkirinê ji nav de heye. Ez jî di temenek biçûk de derketim derveyî welat.

Bavê min ji salên 1965’an ve li dervey welat bû. Piştî li Tirkiyeyê salek du sal xwendinê, cihê esas em lê bi cihbûn Elmanya bû. Di salên 90’î de jî ez vegeriyam welat.

Li welatê xwe tu zarokî, wisa dijî, lê piştre diçî derveyî welat. Qadek pir cudaye û ev te matmayî dihêle. Dema em çûn wê derê, plan û hesabên malbatê cardin vegerîna welat bû. Di esas de te ji bo vegera welat amade dike. Bifikirin hîna 7-8 saliyî û li du cîhanan parçe dibî.

Dema li welatî jî cîhanên cuda hene. Kurdî lê dema diçî dibistanê, dibînî ku cîhanên cuda hene. Dema çûm dibistana seretayî tişta hatî pêşiya min cuda bû. Tu zimanê xwe bi xwe naxivî. Ger bi Kurdî baxivî, tuyê lêdanê bixwî. Jixwe li wir şkestinek heye. Şkestina sêyem li gel Elmanan bû. Elman, Kurd û Tirk, ango kesayetek bûyî sê parçe.

Min dibistana xwe li wir xwend, zarokatiya min li wir derbas bû. Piştre li Elmanyayê min 9 salan xwend, serkeftî bûm.

Me gelek werzîş dikir. Em serkeftî jî bûn. Hinek madalyayên min jî hebûn. Lîstikvanek baş yê futbolê bûm. Li gel van li dibistanê min di beşên cuda yên werzîşê de jî cih digirt. Dibe ku ji ber bêzariya ku li wir heyî jî bû. Ango tu Kurdbûnê jiyan nakî, Tirkbûnê jî jiyan nakî û her wiha ne Elmanî jî. Tu vê zextê vedigerînî enerjiyê.

Di wan deman de, em du hevalên ku li derdora Dîlok û Mereşê diçûn dibistana amadeyî; ez û birayê min. Piştre Kurdan pêşketinek mezin bidest xistin. Ya ku ez qala wê dikim salên 1983’yane. Em diçûn dibistana amadeyî. Piştre min li zanîngehê beşa komputerê xwend.

Heta salên 1985’an kesek ku pir giringî dida Elmanbûneke rast. Hemû hevalên min jî bi dilgermî nêzîk dibûn.

1985 ji bo min saleke ku min guhertinek mezin derbaz kirî û gihiştîm encamê.

Di sala 1979’an de helbesta Fuat (Alî Haydar Kaytan) ya ‘Ez mirovbûm (Ben Însandim)’ xwend.

Sala 1985’an min dîsa bi vê axê re anî ba hev.

Beriya tevlî gerîla bibim, komeke me hebû. Em li gel heval Şehîd Erdal (Engîn Sîncer) bi hev re mezin bûn.

Ew jî lîstikvanekî pir atletîk ê fûtbolê bû. Mirovekî pir tolerans bû. Her kesî pir jê hez dikir.

Xalê min Mehmet Dîrlîk li Bîngolê di sala 1978’an de bi awayekî hovane hate qetilkirin. Xwepêşandanê destpêkê ya li Pazarcikê li ser şehadeta xalê min çêbûbû. Li wir me wêne dîtin. Li ser pankartan ‘Şehîdê Xweseriyê û Azadiyê Mehmed Dîrlîk bê mirin e’ nivîsandibû. Di sala 1983’an de ez çûm ser gora xalê xwe. Li ser kevirê gora wî jî heman nivîs hatibû nivîsîn. Wê demê min soz dayê ku ‘Bê guman ezê werim wan çiyayan û tola te hilînim’.

Serpêhatiyên min, lêgerînên min, soza min dayî xalê xwe û gelek faktorên din li hev hatin. Ez di sala 1989’an de tevlî bûm.

Piştre ez hatim qada Rêbertiyê. Em ji Helebê derbasî Efrînê dibin. Ji bo min rengê axê ewqas guherî ku min ji şofêr pirsî ‘Ma ev Kurdistan e?’ Dema min bersiva erê girt, ez ji wesayîtê peya bûm û min erd maç kir.

Vegera welat lêgerîna xwe û nasnameya xwe ye. Hatina welêt hinekî jî li ser vê bingehê bû.

Dema ku çavkaniyên mirov ên hêzê hebin, mirov xwe ji nû ve diafirîne. Mîna Prometheus, divê mîlîtan jî çavkaniyên xwe yên hêzê biafirînin û her roj wan ji nû ve biafirînin.

Milîtanê ku her roj nikare xwe ji nû ve biafirîne, nikare biçe Golgotayê (Golgota/Golgatha).

Şoreşgerî hunera meşa ber bi Golgotayê ve ye. Me çiqasî ev yek bi dest xist, ev mijarek cuda ye, lê em xwedî îdîayek mezin a serkeftinê ne.

Ez ji bo naskirina xwe hatim çiyayan. PKK, di wateya xwe ya berfireh de tevgereke ku mirov xwe bibîne û nasnameya xwe bi dest bixe ye.