Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, destnîşan kir ku kesê ewlehiya xwe pêk neyne, wê azad jî nebe û got;

“Bêyî xweparastinê rêxistinbûna civaka demokratîk jî ne pêkan e.

Ji bo Kurdan ewlehî ji nan û av girîngtir e.

Ji vî alî ve divê xweparastin bibe navenda têkoşîna azadiyê û rêxistinbûna civaka demokratîk.

Ev hem rast e, hem jî teqez pêwîst e.

Dûran Kalkan, tespîta Rêber Apo ya ‘Civakên xweparastinê esas negirin, wê têk biçin’ wiha nirxand;

Ev tespît di roja me ya îro de ji bo gelê Kurd ji her tiştî lezgîntir û girîngtir e.

Ji ber ku zîhniyet û siyaseta qirker hewl dide Kurdan tine bike.

Derketina Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê, di esasê xwe de ji bo rawestandina vê tinekirinê ye.

Di encama têkoşîna pêncî salî de bi giranî ev êrîşên qirkirinê hatine şikandin û qels bûye.

Hebûna Rêber Apo û gerîla, hebûna neteweyî ya civaka Kurd temsîl dike.

Hişmendiya xweparastinê, rêxistinbûyîn û çalakî ev e.

Bi gotineke din pêwîste civak xwe bîne wê astê ku karibe her cure êrişên qirkirinê bişkîne û têk bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê derbarê çawaniya xweparastinê ya civaka kurd de jî ev nirxandin kir;

Xala yekem; hewce ye bizanibe ku li ser civakê qirkirinek pêk tê.

Xala duyem; hewce ye bizanibe tişta ku dixwaze civakê tune bike, dewlet û saziyên wê ne.

Hişmendiya rast a têkildarî dewlet û dijmin bi dest bixe û ji saziyên dewletê re nebejê ‘’hêzên ewlehiyê.’’

Xala sêyem; hewce ye bizanibe, ew ê bi xwe ewlehiya xwe pêk bîne.

Xala dawî jî ew e ku ku di nava xwe de hişmendiya xweparastinê û birêxistibûnê pêk bîne.

Bi gotineke din xweparastinê xwe pêş bixe, birêxistin bike, li dijî êrîşan bêdeng nemîne û xwe biparêze.

Derbarê rol û mîsyona gerîla ya di xweparastinê de jî Dûran Kalkan got;

Gerîlatî û xweparastin girêdayî hev in. Pêşengti û fermandarî ye.

Em gerîla weke hêza pêşeng û xweparastinê jî weke hêza bingehîn pênase dikin.

Di rewşa heyî de li Bakur xeletiyek pir cidî heye.

Faşîzm tê wateya êrîşkariya topyekûn û şer.

Têkoşîna li dijî faşîzmê, tenê heke li ser hîmê şerê şoreşgerî were xurtkrin, wê bi ser bikeve.

Dûran Kalkan pirsa Rêber Apo a ‘Dibe ku li Amedê komkujiyekê pêk bînin, hûn ê xwe çawa biparêzin, ma gerîla wê were we ji komkujiyê rizgar bike?’ wiha bersivand;

Rêber Apo jî dixwaze gel bi awayekî rast û baş were birêxistinkirin û perwerdekirin.

Di vê çarçoveyê de serî de ciwan û jin, bila gelê me ji me bawer bin.

Helbet em ê birêxistin û perwerde bikin lê belê divê gel bi xwe, rabe ser xwe û xwe birêxistin bike.

Ji ber vê yekê hewce ye gel xwe ji perwerdeyeke bi vî rengî re amade bike û xwe ji ferasetên berê xilas bike.

Li dijî gelê Kurd êrîşên qirkirinê pêk tên.

Hewce ye ev yek were zanîn û gel li hemberî van êrişan bêdeng nemîne.

Derbarê erk û berpirsiyariyên ciwanan di rêxistinkirina xweparastinê de jî Dûran Kalkan ev nirxandin kir;

Xweparastin şêweyê têkoşîn û rêxistinbûna bingehîn ciwanan e.

Bêgûman ji bo ku ciwan îradeya xwe derxin holê, divê rêxistinbûna wan a xweser hebe.

Lê girîng e ku ev rêxistinbûn di kîjan xetê de pêk were.

Wek partî û gerîla divê tevgera ciwanan jî bibe pêşeng û hêza bingehîn a xweparastinê.

Divê hêza bingehîn a artêşa xweparastinê ya civakê ciwan pêk bînin.

Dûran Kalkan di dewama nirxandinên xwe de diyar kir ku hebûna gelekî bi ziman, dîrok û nirxên çandî şênber dibe.

Girseyên ku xwedî li van nirxan dernekevin, nikaribin wan biparêzin û pêş bixin, nikarin bibin gel an jî civak.

Mixabin di rewşa heyî de wêje û hunera Kurd hê jî pir lewaz e.

Ji rola xwe ya perwerdekirina civakê dûr e.

Ji ber vê yekê, ji bo di civakê de têgihiştina xweparastinê were pêşxistin, xurtkirina xebatên hunerî û wêjeyê şert e.

Astengî û zehmetiyên li pêşiya we çi dibe bila bila, divê vê yekê bi ser bixin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan herî dawî, di her qadê de pêşxistina azadî û demokrasiyê destnîşan kir û got;

“Divê rêgez û dirûşma me ya bingehîn wiha be; Bêyî Xweparastinê Jiyana Azad Nabe!”