Endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Abdurrezak Karak, ji aliyê polîsên Tirk ve hate destgîrkirin.
Polîsên Tirk avêtin ser taxa Qubika Çareba ya navçeya Pirsûs a Rihayê.
Di encama serdegirtinê de Endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Abdurrezak Karak hate destgîrkirin. Sedema destgîrkirina Karak nehate eşkerekirin.