Însîyatîfa Sûcên Organîze ya Navnetewî rapora Endeksa Sûcên Organîze ya Cîhanê ya sala 2023’an weşand.

Di raporê de ji welatan re herî kêm 1 û herî zêde 10 puan hatiye dayîn.

Di raporê de puana Tirkiye ku di sala 2021’an de 6,89 bû, îsal bû 7.03.

Bi vê puanê re Tirkiye ku di rêza 12emîn ya cîhanê de cih digirt, ket rêza 14’emîn û li Ewropayê jî bû yekemîn.

Di raporê de hat diyarkirin ku Tirkiye di qaçaxçitiyê de 9 puan standiye, di bazirganiya çekan, bazirganiya eroîn û sûcên mafyayî de 8,5 û di bazirganiya mirovan de jî 8 puan girtiye.

Li gorî Endeksa Sûcên Organîze ya Cîhanî, Myanmar bi 8,15 puanê re di rêza yekem de ye. Piştre Kolombiya û Meksîka tê.

Îran û Tirkiye bi heman puanê re di rêza 14’emîn de ye.

Rûsya jî bi 6,87 puanêre di rêza 19’emîn de ye.