Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) di pêşdîtinên xwe yên li ser Latîn Amerîkayê de, cih da Venezûelayê jî ku di nava krîza aboriyê û ne aramiya siyasî de ye.

IMF’ê rewşa li Venezûelayê şiband krîza aboriyê ya sala 1923’an a Elmanyayê û destpêka salên 2000’î ya Zîmbabweyê. Di raporê de hate ragihandin ku rêjeya enflasyonê dikare bigihêje 800 hezar, ya jî 1,2 milyon ji sedî. Li gorî raporê, aboriya Venezûelayê wê heta dawiya vê salê 18 ji sedî biçûk bibe.

Di raporê de hate ragihandin ku krîza aboriyê ya li Venezûealyê bandorê li welatên cîran; Brezîlya û Kolombiyayê jî dike û koçkirina sed hezar kesî ji Venezûelayê weke mînak nîşan da.