Enstîtûya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojî nameyek ji Leyla Guven re şand, tê de got,  ” Bi têkoşîna xwe wekî jineke Kurd, wekî endameke Tevgera Jinên Kurd û ji bo azadiya gelê xwe tu bûye rênîşana azadiya jin û gelên cîhanê; rênîşana avakirina civaka demokratîk û cîhana azad.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Enstîtûya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojî nameyek ji Leyla Guven re şand a ku ev 111 roj in ji bo rakirina tecrîdê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Name wiha ye”

“ji bo hevala me Leyla Guven;

Hevala heja, bi rihê şoreşê ku tu ji me re bi hêz, vîn û wereka xwe destnîşan dike, em ji te re vî name dinîvîsin. Em dixwazin ji te re bêjin ku em te dibînin û dibihîzin. Bi hest, raman û têkoşîna xwe ve em bi te re ne.

Em dibînin ku tu bi her tişt û her şaneya xwe li hemberî zilma faşîzm û tecrîdê li ber xwe dide û pêşengtiya berxwedana dike. Her wiha em dizanin ku çalakiya te ne tenê çalakiyek li dijî dijminên azadiyê ye. Di heman demê de çalakiya te bangewaziyek e ku em ji bo parastina nirxên mirovahiyê hemû rabin, hêz û têkoşînên xwe bikin yek.

Tu bang li tevahî jinên cihanê dike ku bêdengiyê xwe bişikînin û eniya hevbeş li hemberî faşîzmê li Tirkiyê û li her derê ava bikin. Têkoşîna te wekî pêxistina agirek e ku têkoşîna tevahî tevgerên jinan geş dike. Tu rêya me ronî dike û ji me re pêşengtî dike em çawa vîn û biryara xwe zelal bikin, têkoşîna xwe bilind bikin.

Hevala giranbuha, em bi te re ne, em bi hev re disekînin.

Jina ku li ber xwe dide ti car ne bi tenê ne. Te ji me re qal  kir çawa Hevala Sara û pêşengên din di dema çalakiya xwe de li zindanê hatin cem te, bi te re axivîne û rê ji te re nîşan dan. Bi heman cûr tu hatî cem me. Tu ji me re hêza jinê nîşan dike. Em çawa dikarin bi hêz bibin, em çawa dikarin têkoşîna xwe bilind bikin û em çawa dikarin jiyanek nû bi wate, bi xweşikbûn û exlaqa azadiyê avabikin, hemû van dersan em ji te ferî dibin.  

Bi têkoşîna xwe wekî jineke Kurd, wekî endameke Tevgera Jinên Kurd û ji bo azadiya gelê xwe tu bûye rênîşana azadiya jin û gelên cîhanê; rênîşana avakirina civaka demokratîk û cîhana azad. Li ser vê xetê em tevî rêheval û xwuşkên xwe li vir, li Rojavayê û li welatên xwe bi gelên xwe re têdikoşin. Em zanebûna xwe ya li ser dîroka jinê, armanc û hêviyên xwe yên pêşaroja azad dikin yek. Bi vî rengî têkoşîna xwe ya gerdûnî xurt dikin; jiyan û cihanek ku em xeyal dikin gav bi gav ava dikin. Tu vê jiyana rast û cihaneke nû ji me re nîşan dike: jiyanek bi wate û rêzdayîn ji her zindiyekê re; cihanek bi edaleta jinê, bi heskirin û hevgirtin. Tu ji me re nîşan dike em e çawa jiyan bikin.

Di 8‘ê Adarê de, di Roja Jinên Cîhanê de em li bin pêşengtiya sekin, çalakî û bangewaziya te li ser kolan bimeşîn. Li kîjan bajar an gundê cîhanê bibe bila bibe tu wê di her kombûn û çalakiya jinan de bi me re bibe.

Mil bi mil em ê têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê û yên tevahî jinên cîhanê bilind bikin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li gorî paradigma ya Rêber Abdullah Ocalan. Em ê têkoşîna xwe li dijî tecrîdê berdewam û bilind bikin.

Em berxwedana mezin ku di pêşengtiya lêgervanên azadiyê de hindûr û dervê zindanan didomîne bi rêzdarî û hevgirtin silav dikin. Ji bo şikandina tecrîdê heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku bibe bingeha azadiya gel û jinên cîhanê em e têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin.    

Bi baweriya serkeftinê em te hembêz dikin, rêzdarî û heskirina xwe ji te û hemû rêhevalên me re dişînin.”