Enternasyonalîstên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin, di roja duyemîn a çalakiyê de li Metzê stran gotin û govend gerandin.
Enternasyonalîstên ji gelek herêmên cîhanê, di 11’ê Sibatê de ji bo azadiya Ocalan û bidawîbûna tecrîdê ji Luksembûrgê dest bi meşa dirêj kirin.
Ji Latîn Emerîka, Spanya, Îtalya, Fransa, Skandînavya, Îran, Efrîkaya Başûr, Kanada, Ekvador, Giravên Kanarya û Awûstralyayê 120 enternasyonalîst tevlî meşê bûn. Roja sêyemîn a meşê li Metzê dewam kir.
Çalakger şeva Çarşemê li Metzê man, stran gotin, dans kirin û govend gerandin.
Enternasyonalîstan bi zimanê Spanî straneke bi navê “Kurdistan” gotin û vê stranê gelekî bal kişand.
Piştre jî komeke Katalan sirûd xwend û çalakger Mîgûel jî bi rêbaza rapê stranek got.
Meşvanan piştre li ber stranên hunermend Sîmar govend gerandin.
Enternasyonalîst wê piştî meşa 5 rojan di 14’ê Sibatê de li Strasboûrgê bin.