Hêzên ewlekariyê êrîş bire ser koma ku xwestin li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk a nû ku li paytexta Başûrê Efrîqa Pretorîayê hate vekirin, Serokkomarê Tirk Erdogan protesto bikin.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ji bo tevlî Lûtkeya BRÎCS bibe berê xwe dayî Başûrê Efrîqa, erkdarên ewlekariya sefaretxaneya Tirk a li Pretorîayê êrîş bire ser xwepêşanderên li der ve Erdogan protesto dikirin.
Li gorî wêneyê ajansa nûçeyan a AFP’ê belav kirî, pankarta piştgirên ‘Tora Yekîtiya Tirkiyeyê’ (TSN) a li Başûrê Efrîqa pankartên ku nerazîbûnê nîşanî dawî anîna karkerên cemawerî û girtina kedkarên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê hilgirtine, diyar dibin.
Her wiha di wêneyên dixuyê de çalakger û piştgirên Erdogan li beramber hev rabûne.