Bi sedan şagirt û mamosteyên kantona Girê Spî li dijî binpêkirinên dewleta Tirk li ser Bakurê Sûriyeyê û hedefgirtina zarokan daketin qadan û wiha got: “Erdogan zarokan dikuje, kanî parêzvanên mafên zarokan?”
Komîteya Perwerdeyê ya Girê Spî ji bo şermezarkirina binpêkirin û êrîşên dagirkeriya Tirk û qetilkirina zaroka bi navê Sara Mistefa ji aliyê sekvanên artêşa Tirk ve, meşek li dar xist.
Meşa ku bi sedan mamoste û şagirt tev lê bûn, ji ber navenda perwerdeyê dest pê kir. Di meşê de, wêneyên şehîd Sarayê hatin rakirin. Her wiha meşvanan pankartên wekî “Ger li şûna xwîna zarokên Sûriyeyê petrol bihata rijandin, wê cîhanê yekser destwerdan bikira”, “Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na” û “Erdogan zarokan dikuje, kanî parêzvanên mafên zarokan?” hidan.
Meşê li nava kolanên sereke yên bajêr dewam kir û li Çerxerêya El-Elem a aliyê başûrê bajar veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê Komîteya Perwerdeyê ya Girê Spî Icêl Îdan û ji aliyê hin zarokan ve axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de, binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê ji axa Bakurê Sûriyeyê û qetilkirina zarokan û ji wan zarokan a bi navê Sara Mistefa hate şermezarkirin û ji civaka navteweyî û saziyên mafên mirovan hate xwestin ku van kiryaran bidin rawestandin û dewleta Tirk ji ber qetilkirina zarokan darizînin.
Mîtîng bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û silavkirina biratiya gelan bi dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker li ser sînor zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa ya 6 salî ya ji gundê Til Finder ê girêdayî kantona Girê Spî, 1`ê Mijdarê gule lê reşandin û qetil kirin.