Bi daxwaza Serokkomarê Tirk Erdogan re doz li Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer hatibû vekirin. Wê Koçer sibê li Dadgeha Îdarî ya Hannoverê were darizandin.

Dewleta Elmanyayê li hemberî tevgera azadiyê ya Kurdan siyaseta xwe ya krîmînalîzekirinê didomîne. Hevserokê Konfederasyona Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) Tahir Koçer ji ber serlêdana Wezareta Edaletê ya Tirk wê li Elmanyayê were darizandin.

Koçer bi hinceta ku heqaret li Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan kiriye doz lê hatibû vekirin. Yekîneyên ewlehiyê yên Elmanyayê jî parvekirinên Koçer ên li ser medyaya civakî şopandiye û wergerandiye.

Koçer diyar kir ku dema ew li Tirkiyeye ji ber têkoşîna xwe neçar maye ku derkeve derveyî welat û got ku “Li vê derê jî kesên têkoşer dibin hedef. Ji ber têkiliyên kûr ên di navbera Tirkiye û Elmanyayê de nûnerên saziyên Kurdistanî li Elmanyayê tên darizandin. A niha ji ber daxwaza Erdogan li Elmanyayê ev doz hatiye vekirin û ew ji bo hiqûqa Elmanyayê rewşeke talûke ye. Ev jî tê wateya ku dadgehên Elmanyayê ketine bin xizmeta Erdogan.”