Di doza kumpasê ya Kobanê de ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê pê xwest tola DAIŞ’ê hilîne, biryara qirkirina siyasî hat dayîn û li siyasetmedaran bi sedan sal cezayê girtîgehê hatin birîn.

Piştî daraza desthilata faşîst biryara xwe ya der barê doza kumpasê de eşkere kir gelek kesan nerazîbûn nîşan da.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan-ÎHD’ê Eren Keskîn ku ji destpêka dozê heta niha dozê dişopîne nerazîbûn nîşanî biryarê da û got:

Di dîroka komarê de polîtîkayên dewletê li dijî Kurdan qet nehatine guhertin.

Ev pêkanîneke Dadgehên Îstîklalê ye.

Dema min hefteya borî bi Gultan Kişanakê re hevdîtin kir wiha gotibû:

Hêjî îdianame negihiştiyê destê me, di destê Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin de bû.

Ev biryar encama ku MHP her tiştê dixwaze bi AKP’ê dike kirine.

Ez difikirim ku îdianame bi hişmediya Semîh Yalçin hatiye nivîsîn.

Eren Keskîn, destnîşan kir ku li ser axaftinan û nivîsan nikare cezayên wiha bên dayîn û ev peyam dan.

Ev yek hem li dijî hiqûqa navxweyî û hem jî li dijî hiqûqa navnetewî ye .

Ev biryareke tolhildêr e.

Ji ber ku cezayên herî giran li Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatiye birin, nîşana herî zelal a vê yekê ye.

Eren Keskîn îşaret bi rola CHP”ê ku di tabloya derketiye holê de jî kir û ev şîrove kir.

Bi biryara amadekirina vê encamê de para CHP’ê jî heye.

CHP nikare li vir xwe paqij bike û ji nav derkeve.

CHP polîtîkayeke bijarte ya mexdûriyetê dimeşîne.

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn herî dawî got.

Em biryara siyasî nas nakin û em ê li dijî wê têbikoşin.