Dewleta Tirk a dagirker ku duh gundê Guhêrzê ya li herêma Metînayê bombebaran kir, di saetên êvarê de careke din Çiyayê Metînayê bombebaran kir.

Di encama bombebaran giran de li qada yek ji kevintîrîn goristana herêmê şewat derket.

Destûr nehat dayîn gundî agirê vemirînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker di 2 rojên dawî de 33 caran herêmên Zap, Garê û Metînayê bombebaran kiriye.