Êrişa hêzên PDK’ê ya li dijî gerîlayên HPG’ê, li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê ciwanên Kurd ve hate şermezarkirin.
Li nêzî gundekî li herêma Amediyê, hêzên çekdar ên PDK’ê doh êvarê êriş birin ser gerîlayên HPG’ê. Çend saet piştî vê êrişê, saet di 22:00 de li paytexta Elmanya Berlînê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin.
Kurdistanî ji bo çalakiya şermezarkirinê li Alexanderplatzê li hev kom bûn. Aktîvîstekî tevgera ciwanan li qada çalakiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan weke xiyanetê dibînin.
Di daxuyaniyê de işaret bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hate kirin û hate diyar kirin ku wê li her cihî li ber vê êrişê rabin.