Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundekî navçeya Zirgan a Serêkaniyê kirin. Li gundê Kesrayê jî şervanên QSD’ê du hucreyên çete têk birin.
Dagirkeran li gorî dema herêmê saet 03:00 li navçeya Zirgan a Serêkaniyê êrîş birin ser gundê Sefehê. Ji ber êrîşê di navbera dagirkerên Tirk û şervanên QSD’ê de şerekî dijwar derket. Hate ragihandin ku di şer de gelek çete hatin kuştin.
Li gundê Kesra yê Zirganê jî du hucreyên çeteyan hatin têkbirin.
Heman şevê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê balafirên keşfê yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker geriyan.