Kurdistanî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk daketin qadan û destnîşan kirin, ku êrişên dagirkeriyê wê nikaribin bi Kurdan. Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ê li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarê Rennes ê Fransayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan. Bi pêşengiya Komeleya Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Jinê ya Zîn, ji meydana Place de Colombîerê heta qada Repûblîqûeyê meşiyan. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Na ji şerê li Kurdistanê re” hate hildan û dirûşmên “Kujer, dîktator Erdogan” û “Kurdistanê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin qîrîn. Li qada Repûblîqûeyê daxuyaniyek hate dayin û çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.
DEN HAAG
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin şermezarkirin. Çalakiya li Den Haagê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a Fexrî pêk hat. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tirkiye ya ku ji aliyê Ewropayê ve tê fînansekirin bombe li Kurdan barandiye. Hate gotin ku dewleta Tir bi zîhniyeta DAÎŞ’ê êrişên xwe yên li ser Kurdan didomîne û li dijî vê zîhniyeta DAÎŞ’ê ku êrişê dibe ser destketiyên gelê Kurd û gelên herêmê, banga yekîtiyê hate kirin. Çalakgeran diyar kirin ku wê roja Çarşemê saet di 16:00 de li pêşiya Parlamenta Hollandayê ji nû ve li hev kom bibin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdistanî saet di 17:00 de li gel dostên xwe li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakî ji aliyê yekîtiya hêzê ya demokratîk ve hate organîzekirin û li pêşiya Parlamenta Awûstûryayê hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser êrişên dewleta Tirk belav hatin belavkirin û Tevgera Jinê Avesta rêya ber bi Parlamentê ji bo 15 deqeyan li trafîkê girt. Çalakiya ku 2 saetan dewam kir bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarê Saabruckenê yê Elmanyayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin, hate bibîrxistin ku êrişên hewayî yên dewleta Tirk di demeke welê de hatin kirin ku di nava Kurdan de hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî pêk tên. Qisekeran gotin, “Divê her kes bi vê zanibe ku ev êriş bersivek li dijî lêgerîna Kurdan a ji bo yekîtiyê ye. Bila rejîma faşîst a Tirkiyeyê bi vê zanibe ku ev êriş wê nikaribin bi me. Berevajî wê hêrsa me mezintir bikin.”
STRASBOURG
Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyyaê, Kampa Penaberan a Mexmûrê û Şengalê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî hatin şermezarkirin. Bi banga Însiyatîfa Jinê ya Zînê, gelê Kurd tevî dostên xwe li hev kom bûn û pankartên bi nivîsa “Mexmûr, Qendîl, Şengal ji aliyê balafirên Tirk ve tên bombekirin”, “Li ber Erdogan ê tîran rabin”, “Bes e ji terorîzma Tirk a li Kurdistanê re” hatin hildan. Di çalakiyê de dirûşmên “Terorîst Erdogan” û “Li Kurdistanê komkujî heye” hatin qîrîn.
Belavokên ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Zîn ve hatin amadekirin hatin belavkirin û hate ragihandin ku armanca dewleta Tirk ji êrişan ew e ku Kurdan qir bike. Di çalakiyê de işaret bi metirsiya dewleta Tirk a li ser jiyana azad û demokrasiyê hate kirin û bang li gelê Fransayê hate kirin ku piştgiriya gelê Kurd bike.
BERLÎN
Kurdistaniyên ku li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Berlînê li hev kom bûn, êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Bi navê Meclîsa Jinên Êzidî Nûrê Alkiş axivî û got, “Dagirker dixwazin, tişta beriya niha nekarî li Şengalê bikin, niha bikin. Civaka Êzidî wê her tim li ber dagirkeriyê rabe.” Parlamenterê partiya çep Dîe Lînke Hakan Taş jî got, “Rejîma Erdogan her winda dike. Her ku winda dike êrişê dibe ser Kurdistanê. Em van êrişan bi tundî şermezar dikin.” Endama Meclîsa Federal a Elman Gokay Akbûlût jî got, “Em ê van êrişan bixin rojeva meclîsê.”
BÎELEFELD
ji bo şermezarkirina êrişên hewayî yên dewleta Tirk bi sedan Kurdistanî li bajarê Bîelefeldê li hev kom bûn û meşiyan. Çalakgeran belavok belav kirin, pankart û al vekirin û têkildarî êrişên dewleta Tirk agahî dan. Aktîvîstan bi taybetî bal kişandin ser êrişên li dijî civaka Êzidî û gotin, “Erdogan mîrateya DAÎŞ’ê didomîne û bombeyan li sivîlên li Şengalê dibarîne.” Aktîvîstên Antîfa û FFF’ê jî tevlî çalakiyê bûn.
HAMBÛRG
Êrişên dewleta Tirk li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Mîtîng li taxa Altonayê pêk hat û tevî Kurdistaniyan gelek dostên Elman tevlî bûn. Bi navê Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê Leyla Kaya axivî û destnîşan kir ku wê gelê Kurd ti carî serî li ber êrişan netewîne. Nûnerê KNK’ê Serhat Çetînkaya jî diyar kir ku êriş li dijî tevahiya mirovahiyê hatiye kirin û got, “Tenê bi rêxistinyeke Kurd dikarin li ber êrişan rabin.” Ji Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hambûrgê jî Hatîce Dersim destnîşan kir ku êriş û zext wê dawî li Erdogan bînin. Di çalakiyê de dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Kujer Erdogan”, “Bijî piştgiriya şoreşgerî” hatin qîrîn.

