Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin.

Li bajarê Delêmontê ku paytexta kantona Jûra ya Swîsreyê ye, Kurdistanî tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Swîsreyî li hev kom bûn.

Di çalakiyê de daxuyaniya hevpar ku Sendîkaya Ûnîa, Platforma Grevê ya Jinan a Swîsreyê, Partî Chrêtîen-Socîal Îndependant, Les Vert Jûrassîen (Partiya Keskan a Jûra), Partiya Sosyalîst, Partî Oûvrîer et Popûlaîre, JÛraEnMarche, nûnerên rêxistinên civakî û parlamenterên serbixwe Paûlîne Qûeloz û Raoûl Jaeggî mohra xwe danîn binî hate xwendin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate ragihandin ku Şoreşa Jinê ya Rojava ku ji bo jiyana aştiyane ya gelên dinyayê modeleke niha di nava rewşeke metirsîdar de ye.

Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê qediya.

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe êvarê li hev kom bûn û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan.

Çalakgeran bi qîrîna dirûşmên xwe komkujiyên ku dewleta Tirk li Rojava li dijî sivîlan dike şermezar kirin.

Qisekeran jî bang li rayedaran kirin ku têkiliya xwe ya bazirganiyê ya bi dewleta Tirk re bi dawî bikin ji ber ku dewleta Tirk li Rojava bombeyan li Kurdan dibarîne.

Çalakî li ber Parlamenta Kantonê bi dawî bû.

BÎLBOA

Li bajarê Bîlboa yê Welatê Baskê nêzî 100 kes li hev kom bûn û êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Çalakgeran piştevaniya berxwedana Rojava kirin.