Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Garê, li bajarê Basel ê Swîsreyê, li paytexta Fransa Parîsê û bajarê Marsîlyayê hatin şermezarkirin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Garê, li Ewropayê bi çalakiyan tên şermezarkirin.
LI BASELÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Gargê, bi pêşengiya Komîteya Rojava ya Baselê danê êvarê meşek hate lidarxistin.
Girseya gel li Claraplatzê li hev civiya û bi pankarta “Em ê nehêlin ku dewleta Tirk careke din komkujiyê bîne serê Kurdan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestînin” hilda û ber bi navenda bajêr ve meşiya.
Meşê bi qasî saetekê dewam kir û ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re bang hate kirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.
Ciwanên ku li qada Belle de Maî li hev civiyan, ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Ciwan bi ala mezin a PKK’ê û flamayên TCŞ’ê meşiyan û dirûşmên “Assassin Erdogan-Kujer Erdogan”, “A bas le régime fasciste en Turquie (Bimire rejîma faşîst a Tirk)”, “Bijî Serok Apo” û “PKK dimeşe, erd û ezman dihêje” qîriyan.
Ciwanan di çalakiyê de her wiha meşale jî pê xistin û li pêşiya DGM’ê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
VÎLLÎER LE BEL
Li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê jî ciwanan çalakî kirin.
Ciwan bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN’ê li ber gara trenê li hev civiyan û di nava bajêr de meşiyan.
Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan.
Ciwanan dirûşmên “Bimire xiyanet”, “Garê wê li faşîzmê bibe goristan”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” qîriyan.





