Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê li gelek welatên Ewropayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hikumetên cîhana rojava jî hatin şermezarkirin.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, Kurdistanî bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava şermezar kirin. Qisekeran bi bîr xistin ku êrîşên li ser Girê Spî û Kobanê piştî civîna çar alî ya li Stenbolê ku di navbera Rûsya, Fransa, Elmanya û Tirkiyeyê de hate lidarxistin, dest pê kirin. Çalakgeran der barê mijarê de belavok belav kirin û ji bo meşa sibê (3’ê Mijdarê) banga tevlîbûnê kirin.

KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi banga Meclîsa Jinê ya Sêvê û Platforma Save Afrîn, li kolana Israel Pladsê çalakiyek hate lidarxistin. Girseya gel bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê li navenda bajêr meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên “Faşîst Erdogan”, “Terorîst Erdogan” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin qîrîn.

FRANKFÛRT: Çalakiya li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li meydana Haûtpwacheyê pêk hat. Di çalakiyê de hate bibîrxistin ku êrîşên li ser Rojava piştî civîna bilind a li Stenbolê dest pê kirin û hate gotin, “Li dijî vê lîstika gemarî û tifaqên dewleta Tirk, em ê li her qadê çalakiyan li dar bixin.”

FREÎBÛRG: Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin û êrîşên artêşa Tirk ên li ser Kobanê hatin şermezarkirin. Bi vê armancê li meydana Alte Synagoge kon hate vedan û belavok li raya giştî hatin belavkirin. Danê êvarê jî ciwanan ala PKK’ê û wêneyekî Ocalan bi pireke li nêzî Gara Trenê ve kirin.

TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûloûse yê il başûrê Fransayê, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîngek hate lidarxistin. Zêdeyî 200 Kurd û Fransayî tevlî mîtîngê bûn. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tİrk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqede. Jean-Chrîstophe Sellîn bi navê Partiya Çep a Fransayê axivî û nerazîbûn nîşanî hevdîtina Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron a bi Erdogan re da. Sellîn diyar kir ku çekên NATO’yê li dijî Kurdan tên bikaranîn. Mîtîng bi qîrîna dirûşma “Kobanê ne bi tenê ye” qediya.

LÎEGE: Bi heman armancê li bajarê Lîege yê Belçîkayê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Her wiha daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hate kirin. Çalakgeran wekî din polîtîkaya îdamê ya rejîma Îranê şermezar kirin.