Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarên Krefeld, Freîbûrg û Essenê yên Elmanyayê û li bajarê Fîrenze yê Îtalyayê, êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarên Krefeld, Freîbûrg û Essenê yên Elmanyayê û li bajarê Fîrenze yê Îtalyayê, êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

VIYANA

Êrişa ku dewleta Tirk li gundê Helincê yê Kobanê kir, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hate lidarxistin û tevî Kurdistaniyan endamên rêxistinên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyî û komên antî faşîst ên Awûstûryayî tevlî bûn.

Girseya gel ji Colûmbûsplatzê ber bi avahiya Sefaretxaneya Tirk ve meşiya.

Meşa ku bi qîrîna dirûşman 3 saetan dewam kir, bi mîtîngekê bi dawî bû. Di mîtîngê de siyasetmedar Berîvan Aslan axivî û got, “Ez ji faşîstên nijadperest re dibêjin; Kurdan û sosyalîstan rê nedan faşîstan, wê ji niha û pê ve jî rê nedin wan.”

KREFELD

Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê Meclîsa Şehîd Ûgûr Şakar û partiya çep a Elman çalakiyeke hevpar li dar xistin û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.

Meşa ku ji HBF’ê dest pê kir li Heûmarktê bi dawî bû. Di çalakiyê de belavok hate xwendin û li dijî faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî ji bo girtiyên jin ên siyasî çalakî hate lidarxistin. Meclîsa Jinê ya Nûda û Platforma li dijî Şerê li hemberî Jinan çalakî pêk anîn.

ESSEN

Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Essen ê Elmanyayê jî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ku li ber HBF’ê pêk hat, komkujiyên dewleta Tirk û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate şermezarkirin.

FÎRENZE

Li bajarê Fîrenze yê Îtalyayê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Em rê nadin faşîzmê”, “Şehîd namirin”, “Bijî azadiya gelan” hatin qîrîn. Tevî Kurdistaniyan Îtalyan jî tevlî çalakiyê bûn.