Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî ESP û SKM’ê hatin şermezarkirin.
Bi vê armancê, li ser banga VEKSAV û SKB’ê li pêşiya Parlamenta Hollandayê çalakiyake bêîteatiya sivîl hate lidarxistin û girtina rêveber û endamên ESP’ê hate şermezarkirin.
Çalakgeran bal kişandin ser êrişên li dijî sosyalîstan û êrişên rejîma faşîst a AKP-MHP û Qesrê teşhîr kirin. Çalakgeran gotin, “Sosyalîstên destgîrkirî divê tavilê bên berdan.”
Di çalakiyê de belavoka Aveg-Konê ya li ser êrişan hate xwendin û dirûşmên bi Hollandî “Azadî ji Sosyalîstan re”, “Bimire faşîzm”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Dîktator Erdogan”, “Bijî pitşevaniya enternasyonal” hatin qîrîn.
Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.