Bertekên li dijî hêzên taybet ên PDK’ê li dijî mewziyên gerîlayên HPG’ê yên li Gewriya Zînê ya Goşîne ku li Bradostê ye her diçe mezin dibe.
Nerazîbûnek jî ji sazî û dezgeh û Kurdistaniyên li bajarê Tirkiyê Stenbol û Mersînê hat.
Gelek kes bi pêşengiya TJA, meclisa Dayîkên aştiyê, ANYAKAY-DER, MATUHAY-DER û DBP’ê ji avahiya HDK’ê ber bi Taksîm tunelê ve dest bi meşê kirin.
Dema kom gihiştin ber tunelê dewletê dor li wan girtin, çalakvanan bertek nîşanî dorpêçê dan û bi dirûşmeyan protesta kirin.
Polîsan êrişî çalakvanan kir û kirin binçavan.
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek dibin dorpêçê de daxuyanî da û got:
Bila neyê jibîrkirin. Gelê kurd wisa bi hêsanî nehat van rojan. Bi dehan salan li ber xwe da û giha van rojan. Ya hun dikin, wêneyê faşîzmê ye. Xuya dibe bê ka kî şer dixwaze. Em soz didin, emê aştiyê bînin vî welatî.
Piştî daxuyaniyê Cengîz Çîçek di nav de gelek kes hatin binçavkirin, polîsan nehişt rojnamevan karê xwe bikin, dîmenan bikişînin.
Bi heman armancê çalakiyek jî li Mêrsîn navçeya wê Akdenîzê pêkhat, ji Edene, Dîlok, Osmaniye û Hatayê jî gelek kes beşdar bûn.
Parlementer Alî Bozan di çalakiyê de axivî û wiha got:
Êdî dest ji lîstikên li ser kurdan berdin. Gel şer naxwaze.
Piştî meşê, gel ber bi avahiya HDP’ê ve meşiyan.
Tê payîn îro jî li Gever û Îzmirê hevkariya PDK’ê bi dijmin re were protestokirin.