Çalakî li ber Opera ya li Karsplatzê ya Viyanayê pêk hat û dîwarê ku dewleta Tirk li Efrînê lê dike jî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê ve hate pêkanîn, êrîşên qirker ên dewleta Tirk û dagirkeriya li Efrînê hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û raya giştî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û lêkirina dîwar vê dawiyê li Efrînê hate agahdarkirin.