Ermenê bi navê Brahîm Mihemed Brahîm ê ku malbata wî ji Klîkyayê hatiye tehcîrkirin îro dîsa li ser rêya Til Temirê koç dike. Brahîm got ku “Berê Ermen qir kirin, piştre dor hate ser ên din.”
Ermenê bi navê Brahîm Mihemed Brahîm diyar dike ku di sala 1915’an de di dema Qirkirina Ermenan de pîra wî bi destê zarokê xwe yê biçûk girtiye û koç kirine. Brahîm Mihemed Brahîm diyar dike ku dewleta Tirk îro bi êrîşên dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîrok xwe dubare dike.
ERMENEKÎ TEHCÎRBÛYÎ QAL DIKE
Ermenê bi navê Brahîm Mihemed Brahîm di dema Qirkirina Ermenan de malbata wî ji aliyê Klîkyayê (Çûkûrova) koç dike. Îro ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ew jî ji warê xwe koç dike. Çîroka Brahîm wekî kurteya polîtîkaya dewleta Tirk a li ser gelê herêmê ye.
Brahîm Mihemed Brahîm diyar dike ku berê Ermen hatine tasfiyekirin, niha jî Kurd û Ereb tên tasfiyekirin û balê dikişîne ser vî tiştî ku Erdogan jî li pey şopa pêşiyên xwe ye. Brahîm Mihemed diyar dike ku di dema qirkirinê de gelek ferdên malbata wî hatine qetilkirin û pîra wî di qirkirinê de dikeve ser rêya Dêrazorê.
LI SER RÊYA TEHCÎRÊ TÊ SERÊKANIYÊ
Brahîm diyar dike ku pîra wî û zarokê wê yê biçûk li Serêkaniyê rastî malbateke Ereb tê û got ku “Navê pîra min Sara bû. Bi destê zarokê xwe xwe digire û tê Serêkaniyê. Ji ber qirkirinê direve. Li vê derê rastî siwarekî Ereb ê bi navê Îbrahîm Ehmed Bîbî tê. Bi zimanê wî nizane. Pîra min bi destan jê re dibêje ku me xwe teslîmî Xwedê kiriye. Piştre ew kes li kalik û pîra min a mezin dinihêre. Ew dibin Misilman. Navê kalikê min dikin Evdila.”
DEWLETA TIRK LI SER TASFÎYEKIRINA GELAN HATIYE AVAKIRIN
Brahîm diyar dike ku dewleta Tirk li ser tasfiyeya gelan û mîrata wan hatiye avakirin û got ku “Li gorî gotinên kalik û pîra min a mezin Anadolû berê gelekî rengîn bû. Lê dewleta Tirk bi dorê gel tasfiye kir û hê jî gelan tasfiye dike. Sermesele niha DAÎŞ dibêje kî Kurdan bikuje wê biçe cinnetê. Lê ev tişt xwe dispêre demên berê. Di dema Osmaniyan de yên ku Ermen dikuştin, dihatin xelatkirin. Berê Ermen qir kirin, piştre xwestin Kurdan qir bikin. Piştre Erebên di nav Osmaniyan de tasfiye kirin. Îro dîrok xwe dubare dike. Kî neyê hesabê wî, Erdogan wan qir dike. Kurd be, Ereb be, Siryan be, Ermen be qet ne li xema wî ye.”
HEMÛ DINYA BÊDENG MA
Brahîm diyar dike ku li hemberî êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû dinya bêdeng maye û got ku “Hemû dewlet bêdeng man û gelek dewletan ew pîroz kirin. Welatên Yekîtiya Ewropayê û Elmanyayê piştgirî dan vê dagirkeriyê.”
ERDOGAN LI SER ŞOPA PÊŞIYÊN XWE DIMEŞE
Brahîm diyar dike ku dewleta Tirk dixwaze wekî Hatayê vê derê jî dagir bike û got ku “Erdogan li ser şopa kalikên xwe yên qirker dimeşe. Çi kesên ku ne li gorî wan, hewl didin wan tasfiye bikin. Çawa ku Hatay (Îskenderûn) dagir kirin, dixwazin vê derê jî dagir bikin. Erdogan neviyê dizên Esyaya Navîn e. Li ser şopa wan dimeşe.”
