Eşîrên Ereb li dijî gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma ‘Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, erê ji Sûriyeyeke ewle re’ li Girê Spî li hev kom bûn.
Gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Rûspiyên eşîrên herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, li Girê Spî li hev kom bûn.
Bi daxwaza eşîran bi pêşengiya Meclîsa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk civînek bi dirûşma ‘Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, erê ji Sûriyeyeke ewle re’ pêk hat.
Tevî rûspiyên eşîrên Egêdat, Begara, Cebûr û El Wedde ku eşîrên mezin ên herêma Firatê ne, rûspiyên gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes û Ermen tevlî civînê bûn. Civînê saet 10’an li gundê Tennuz ê Girê Spî dest pê kir.
Derdora hezar 500 rûspiyên eşîran tevlî civînê bûn. Li dijî gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê, ewlehiya herêmê, pêwîstiyên ji bo parastina destketiyên herêmê û jiyana hevpar a gelan wê bên nîqaşkirin.

