Girtiyekî di destê PDK’ê de, behsa êşkenceya li zindanên Barzaniyan kir û got; Dîlgirtî li hucreyên tarî de tên girtin. Bi temamî tên tecrîd kirin, wan derdixîn pêşberî rayedarên Tirk û zextê li wan dikin.

Girtiyê ku ji ber ewlehiya wî û malbata wî em nikarin navê wî bidin, nameyek şand û dibêje; Ez biqasî 2 sal û 5 mehin li girtîgeheke PKD’ê di mercên pir giran de têm girtin. Tu derfeta tedawiyê nayê dayîn.

Derbarê 10 kesan de girtî agahî da û wiha got:

8 kes li Duhokê di bin mercên gelekî giran de tên girtin. Mercên wan, ji bo ajalan jî nayên dayin. Yek ji wan girtiyan bi 6 mehan hatibû cezakirin, cezayê xwe temam kir, lê ji dosyeyek din bi 8 mehên din hate cezakirin û hîna girtî ye.

Girtiyekî din jî 5 sal in girtî ye û di hucreyeke 2 metrekarê de tê girtin, havînê zêde germ e, zivistanê jî zêde sar e. Girtî nexweş e û tu derfeta tedawî û ragihandinê nadinê. Bi mirinê re rû bi rû hiştine û vekirî li rûyê wî dibêjin, em li hêviya mirina te ne.

Girtiyekî din jî nexweş e û rewşa wî ne baş e. Wî jî şandin cihên DAÎŞ’î lê dimînin.

Êşkence û zexta derûnî ku di asayîş û girtîgehên veşartî de bi kar tînin kopya li zindanên Tirkiyê ya salên 80 û 90’î ne.

Bi taybetî piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan destûr hate dayîn ku rayedarên sefareta dewleta Tirk, bi wî û gelek girtiyên din re hevdîtinan bikin, lê wî û hemû girtiyan di hevdîtinê de pêşniyarên rayedarên Tirk red kirine.