Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin bi muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ku 33 meh in nikarin agahiyê jê wergirin, serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo dîtina Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi hinceta ‘cezayên dîsîplînê’ ev 33 mehin bi awayek bênavber timî têne astengkirin.