Seroka Şûbeya ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî got bi kargoyê şandina cenazeyên gerîlayan êrîşek e û ev peyameke civakî ye.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Masûm Aslan ku li Dersimê sala 20182an di operasyona artêşa Tirk a dagiker de şehîd bûyî, bi kargoyê ji malbatê re hate şandin. Piştî ku malbatê beriya bi sê salan mînaka DNA’yê dayî û encam teqez bû, cenazeyê Aslan ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Erzîncanê ve, bi kargoyê ji Midûrtiya Emniyetê ya Erganî re hate şandin .Dewleta Tirk ev ne cara yekê ye ku hovîtiyeke wiha dike. Sala 2017’an jî cenazeyê Egîd Îpek ku 2017’an li Dersimê şehîd bûbû ji hêla serdozgeriyê ve bi rêya kargoya PTT’ê ji malbatê re hatibû şandin.
Seroka Şûbeya ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku ev cureyek ji êrîşê ye û her wiha peyamek ji bo civakê ye.
Yolerî diyar kir di yasayan de aşkere ye ku bêyî cihêtî were kirin cenaze wê çawa werin veşartin, beravajî vê hemû kirinê din binpêkirina mafan e û got, ”Di rewşên normal de tiştên ku têkilî cenaze wê bêne kirin hatine diyarkirin .Cenaze wê çawa bêne veşartin bi berfirehî li yasayan heye. Her wiha li gorî baweriya me jî tiştên ku wê bêne kirin diyar e. Ev ji bo hemû welatiyan derbas dibe, bêyî ku mirov lê binere bê ka kî ye û ji kîjan derdorê ye ev tê kirin. Em diyar dikin ji bilî vê çi tiştê ku were kirin binpêkirina mafan e.”
Yolerî diyar kir êrîşên wiha aştî û jiyana civakî dikin hedef , nefret û cihêkariyê geş dikin û got, ”Mînak ev mesele ne tenê ji hêla kesê ku jiyana xwe ji dest daye, ji hêla fikra ku wê bi malbatê re çêbibe jî, bi berfirehî divê were nirxandin. Ji ber ku li vir êrîş hem li ser mafê şîngirtinê ya malbatê heye û hem jî êrîş li ser nirxên manewî heye. Û her wiha dema ku lê bifikire bê ka kesê mirî kî ye, li vir peyameke civakî jî heye. Ne tenê kirneke li ser malbatê ye, her wiha peyameke ji bo civakê jî heye û em bi rengekî aşkere vê dibînin. Dema ku mirov ji vî alî ve dinere pir taloke ye. Jixwe di demeke wiha de ku gotinên nefretê zêde bûne, ev cure jiqîmetê xistin van êrişan geş û gur dike. Hêleke xwe ya dî heye ku li ser jiyanê û aştiya civakî taloke ye. Beriya niha jî tiştên wiha bûn, mirov ji vê re êrîş bibêje rastir e. Ji ber ku kirin tişta ku hatiye kirin nerm dike, ev êrîşeke aşkere ye, êrîşeke li ser nirxên manewî û mafê mirovan e. Ev rewş nîşan dide rawestandina êrîşên wiha çendî girîng e.”
Yolerî her wiha li ser êrîşên ku zêde bûne jî diyar kir polîtîkayên desthilatê van rûdanan tev dide û got,”Geşbûna cihêkariyê bi tercihên polîtîk ên desthilatê re rasterast têkildar e. Em dibînin ku ev tercîha bi zanebûna a desthilatê ye. Ji ber vê jî, divê em polîtîkayên desthilatê bidin ber pirsan. Ji ber ku em pê dizanin li nav civakê ev ne wiha beleheq rû didin, gel piranî li jor dinere û tevdigere. Zêdebûna otorîtebûnê ji mafê mirovan û demokrasiyê bêhtir dûr dixe. Ya ku li van cenazeyan tê kirin, êrîşên li ser nirxên manewî yên malbatê divê bi hev re werin ditin. Ji bo ku li şûna aştî û aramiyê kaos tê tercîhkirin êrîşên wiha zêde dibin. Dive mirov ji bîr neke her kaosa ku niha tê jiy3in domdariya hêza wan kesan tîne ku welêt rê ve dibin.”