Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Ruken bi boneya 8’ê adarê ji ajansa ANF’ê re nivîsî
Zerîn Rûken 8’ê Adarê ji tevahiya jinan pîroz kir û da zanîn em di sedsaleke jinê de derbas dibin. Nexşeriya vê sedsalê felsefeya Jin Jiyan Azadî ye û bi pêşengiya jinên Kurd gerdûnî bûye.
Nivîsa Zerîn Rûken wiha ye.
Jinên Kurd, nirxên azadiyê yên berê û yên îro tîne ba hev, bi îdîa têkoşînê dikin. 8’ê Adarê rastiya jinê ye û jin jî di asteke girîng de di ferqa wê de ne. Îspata wê jî îradeya jinê ya “Jin, Jiyan, Azadî” yê û li cîhan bela bûye ye.
Rastiya din jî gotina “têkoşîna xwebûyînê ye, îradeya jina rêxistinkirî ye” û ev rastî jî di jina Kurd de, li ser esasê paradigmeya Rûber Apo şenbêr bûye.
Di şerê cîhanê yê 3’an de jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Hêzên hegemon, herî zêde hebûna jinê dikine armanc. Zayendperestî, netewperestî û olperestî di radeya herî dijwar de tê meşandin. Aqlê desthilatdariya mêr, ji bilî kuştin û tunekirinê tiştkeşî din nake.
Lê xeta azadiya jinê ku YJA Star pêşengiya wê dike, li ser paradîgmeya Rêbertî hatiye pêşxistin, ne tenê li Kurdistanê, li herêmê û cîhanê ji bo jinan bûye hêvî. Weke hêzên xweparastinê jî cesaret dide hemû jinên li cîhanê.
Faşîzma mêr-dewlet-DAÎŞ’ê dewam dike. Jin jî, bi diruşmeya “Jin-Jiyan-Azadî”, bi bîryardarî, bi îdîa, bi cesaret û bi tempoyekî xurt li dijî faşîzmê têkoşînê dikin. Armanc jî avakirina civaka demokratîk e.
Bi ruhê hevgirtinê, hîn bêhtir xurtkirin û biryardariyê divê em bikaribin çalakî û şahiyên 8’ê Adara 2024’an bi awayekî mezin pêş bixin.
Divê jin di 8’ê Adarê de xwedî li Rêbertiya Azad derkevin. Rêber Apo, sekna herî bi nirx a mirovaniyê derxistiye holê. Rêber Apo ji bo mirovahî, gelê me û jinan nirxên mezin ava kirine, ji bo vê jî, divê tevlîbûneke xurt a li xebatên ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê kirin. Em deyndarê Rêber Apo ne û azadiya wî azadiya jinê ye.
Divê em jibîr nekin, têkoşîna herî bi wate a ji bo azadiya Rêbertî ye, tê wateya şiyarbûna di şoreşa jinê de. Divê em hemû ji bo azadiya xwe bêhtir kar bikin.