Aktîvîsta avhewayê Eva Schonveld (şênveld) yek ji endama Delegasyona Jinan a Navneteweyî bû, li ser hevdîtinên li Stenbol û Amedê agahî da

Eva Schonveld da zanîn ewê ji parlamenterên Îskoçî daxwaz bikin, li dijî desthilatdariya Tirkiyê xwedî helwest bin û zextê li Tirkiyê bikin û vê nirxandinê kir.

Em ê ji bo azadiya Birêz Ocalan daxwaznameyekê bidin.

Di navbera Stenbol û Amedê de newekheviyek balkêş heye. Stenbol dişibe bajarekî Ewropoyê. Lê Amedê mirov dibîne zext û zorek mezin heye.

Kesên xwedî pîşe û li qadan kar dikin tirsa xwe anîne ziman. Gotin, li Tirkiyê mafên mirovan nîne, bi taybetî ji bo Kurdan maf nînin. Me jî dît, li Amedê, li her derê polîs hene. Me li Amedê bi kesên ku demek dirêj di girtîgehan de mane, bi îşkencê re rûbirû mane, dayikên şehîdan û hîn kesêndin re hevdîtin kirin. Axavtinên wan bandorek mezin li min kir, piştî vegeriyam min pirtûkên bandora faşîzmê ya li ser gelan xwendin.

Eva Schonveld da zanîn Tecrîda li ser Rêber Ocalan û li ser gel tê meşandin yek e û wiha got:

Gelê Kurd evîndarê azadiyê ye û girêdayî Rêberê xwe ye. Rêzdar Ocalan riya gihiştina azadiyê û jiyaneke bi hurmet şanî gel daye. Lewma tecrîda li ser Rêberê Kurd hatiye girankirin. Ev jî skandalek navneteweyî ye û desthilatdariyên welatên cîhanê bi bêdengiyê piştgirî didin vê skandalê.

Eva Schonveld da zanîn endameke Parlamentoya Ewropa, nunerên gelek saziyên mafên mirovan û li dijî îşkencê jî di nava delegasyonê de hebûn û wiha domand.

Helwesta Konseya Ewropa û CPTê nayê qebûl kirin. Tevgera Azadiya Kurd, di lîsteya terorê de hatiye bicihkirin e. Bi vê şerê li dijî gelê Kurd tê meşrû kirin.

Li ser xebatên dema pêş jî endama delegasyonê wiha got:

Em ê ji parlamenterên Îskoç bixwazin li hemberî desthilatdariya Tirkiyê xwedî helwest bin. Di mijara Birêz Abdullah Ocalan û polîtîkayên tecrîdê de zextê li Tirkiyê bikin. Em ê ji bo azadiya Rêzdar Ocalan daxwaznameyekê bidin. Em raporekê amade dikin, bidin kovar, tv û medya dijîtal. Em ê mijara PKK’ê bibin Quint’ê. Em ê ji wan re bêjin ji bo PKK ji lîsteya terorê werê derxistin kar bikin.