Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji ber daxuyaniyên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê û karê xwe yê di nava KCD’ê de, 22’ê Çileyê di serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin. Piştî 9 rojên binçavkirinê Guven 31’ê Çileyê hatibû girtin.
Leyla Guven di parastina xwe ya dadgehê de bi bîr xistibû ku ev 9 meh e ji ber ku xwedî li Efrînê derketiye, girtî ye û piştî 9 mehan vê carê jî êrîşî Kobanê tê kirin. Guven got heke îro wê berdin jî wê heman bertekê li dijî êrîşên li ser Rojava bide, êrîşan şermezar bike û wek “dagirkerî” bi nav bike.
Tekildarî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven berdevka Kongreya Star a rojavayê Kurdistanê Evîn Siwêd ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Tecrîd yek ji cureyên tundiyê ye. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina dengê jinên siyasetmedar tecrîdê li ser wan û birêz Abdullah Ocalan dide meşandin.”
‘Hebûna jinên siyasetmedar di zindanan de, rengê tundiyê ye’
Evîn Siwêd di destpêka axaftina xwe de silav li çalakiya Leyla Guven kir û ev tişt anî ziman: “Wekî ku tê zanîn li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, amadekariyên lidarxistina çalakiyan hene. Hevalên me yên li Bakur rastî êrîş, tecrîd, lêdan û gelek cureyên tundiyê yên dewleta Tirk a dagirker tên. Jinên siyasetmedar ên ku bi raya gel hatibûn hilbijartin, hatine girtin. Her wiha ev jinên siyasetmedar xwedî nêrîn û ked in. Ev jin dikaribûn rûyê Tirkiyeyê yê niha heyî biguherînin û Tirkiyeyeke demokratik ava bikin. Lê mixabin dewleta Tirk a dagirker ji ber siyaseta xwe ya yekperestî û nîjatperestiyê dengê jinên siyasetmeder hedef digire. Bi sedan hevalên me di hundirê zindanên dewleta Tirk û Bakurê Kurdistanê de ne. Hebûna jinên siyasetmedar di zindanan de rengek ji rengê tundiyê ye.”
‘Tevgera dewleta Tirk li dijî mirovahiyê û hiqûqê ye’
Evîn Siwêd bal kişand ser armanca jinên siyasetmedar ên li bakurê Kurdistanê û wiha axivî: “Jinên dixwazin Tirkiyeyeke nû bi aşitî, aramî û jiyana hevbeş ava bikin, rastî êrîş û girtina dewleta Tirk tên. Ev tevgera dewleta Tirk a dagirker li dijî mirovahiyê û hiqûqê ye.”
‘Dewleta Tirk ji dengê jinan ditirse û yekser jinan dike hedef’
Evîn Siwêd di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku yek ji çalakiyên ku niha li bakurê Kurdistanê dest pê kirine, ya Leyla Guven ku der barê azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan de ye û wiha got: “Nêrîna me ya der barê azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan dev hevbeş e. Guhartina Rojhilata Navîn bi jinên ku bi fikrên birêz Abdullah Ocalan tev diğerin, dê pêk were. Dewleta Tirk a dagirker ji ber guhartinan ditirse, hemû jinan ji xwe re hedef digire. Rêxistina Kongreya Star ku pêşengiyê ji Rojhilata Navîn re dike, jinên Suryan, Ereb, Ermen û hemû pêkhateyan di nav xwe de bi rêxistin dike. Guhertinên ku li Rojhilata Navîn û taybet di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi jinên xurt, azad û ji xwe bawer çêdibin. Ev jî bi fikr û felsefeya birêz Abdullah Ocalan ava bû.”
‘Jinên di zindanan de rastî hemû cureyên tundiyê tên’
Evîn Siwêd diyar kir ku tevgera jinan dewleta Tirk ditirsînê û wiha pê de çû: “Yek armanca deweta Tirk a dagirker ew e ku nehêle jinên li Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker di hemû êrîşên xwe de jinan hedef digire. Mînaka wê jî berbiçav e. Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê bi hemû şêwazên hovitiyê, jin hedef girtin û digire. Êrîş, tecawiz, lêdan, revandin li ser jinên Efrînê dide meşandin. Dewleta Tirk a dagirker li bakurê Kurdistanê jî hovîtiya xwe li ser jinên siyasetmedar dewam dike. Jinên di zindanan de rastî hemû cureyên êrîş û tundiyê hatine û tên. Em dikarin bêjin dewleta Tirk a dagirker li ser revandin, qetlîam, tecawiza jinan hatiye avakirin.”
Evîn Siwêd axaftina xwe wiha pê de bir: “Wek rexistina jinan a rojavayê Kurdistanê, em silavan li çalakiya Leyla Guven dikin û wê mafdar dibînin. Çalakiyên ku li rojavayê Kurdistanê tên kirin, armanc azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Dengê ku niha li bakurê Kurdistanê birêz Leyla Guvan dide, li rojavayê Kurdistanê heman deng tê qîrkirin.”
‘Ji bo aştiyeke mayînde divê Ocalan were berdan’
Evîn Siwêd bibîr xist ku heger mirovahî dixwaze êdî aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn û di cîhanê de çêbe, divê birêz Abdullah Ocalan serbest were berdan û wiha got: “Azadiya jinên cîhanî bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”
‘Siyaseta Tirkiyeyê krîzên heyî kûrtir dike’
Ewîn Siwêd diyar kir ku dewleta Tirk ber bi xetereyê ve diçe û wiha dewam kir: “Bi hezaran mirov di zindanan de ne. Her wiha bi hezaran mirovên li Tirkiyeyê berê xwe didine Ewropayê û dixwazin li derveyî Tirkiyeyê bijîn. Ji ber ku êdî Tirkiye nabe cihê jiyaneke aram. Dewleta Tirk a dagirker di aliyê aborî û civakî de di nav krîzeke mezin de ye. Sedema wan krîzan siyaseta qirêjî ya ku li ser gelan dimeşîne.”
Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de tecrîda li ser hemû girtiyan bi tundî şermezar kir û wiha got: “Hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiye û li bakurê Kurdistanê, bi taybet jî birêz Abdullah Ocalan, divê bi lez werin berdan.”