Li gorî bîlançoya dawî, li rojhilatê Yewnanîstanê û paytext Atînayê, 79 kes ji ber şewata li darisatnan mirin, zêdeyî 160 kes jî birîndar bûn.
Şewata li daristanan ji ber bê belav dibe. Lewma fikar hene ku bîlanço girantir bibe. Gelek welatan pêşniyar li Yewnanîstanê kirin ku ji bo destwerdana li êgir bi hewara wan ve biçin.
Li gelek deverên bakurê Ewropayê jî şewat derket. Li Swêdê qadek ji 25 hezar hektarî şewitî. Li gelek deveran şewat hate vemirandin, lê hîn li 20 herêman dewam dike. Rayedaran hişyarî dan û gotin, ji ber dinya gelekî germ e dibe ku rojên bê li gelek deveran şewat derkeve.
Li herêma Laponya ya Fînlandiyayê jî şewat bi qadeke berfireh a daristanê ket. Ji ber şewata li başûrê Letonyayê, rayedarên Belarûsê ji bo vemirandinê alîkarî şandin. Li vî welatî di nava hefteyekê de qadeke daristanî ya ji hezar hektarî şewitî.
Li Elmanyayê jî pileya germê 30-35 e. Rayedaran hişyarî dan. Ji ber germê, vexwarinên cemidî yên mîna bîra li Elmanyayê gelekî zêde tên firotin.
Li paytexta Hollanda Amsterdam, ji ber tesîra germê ya li ser hesin, 12 pir li trafîkê hatin girtin. Li Belçîka û Fransayê jî pileya germê ji 35’an derbas kir. Swêd û Letonyayê mekanîzmaya xwe ya parastina sivîl ceribandin. 8 welatên Yekîtiya Ewropayê jî bersiv dan banga alîkariyê ya Stockholmê. Spanya, Fransa, Elmanya, Îtalya, Portekîz, Lîtûanya, Danîmarka, Polonya û Awûstûryayê 7 balafir, 7 helîkopter, 340 arkuj û 60 qemyon şandin.