Li gorî nûçeya ku di ajansa fermî WAM a EYE’yê de cih girtî, wê roja Şemiyê hemû rêyên bejayî, hewayî û rêyên li ser behrê wê veke.

Ev biryar piştî rakirina ambargoya li ser Qatarê ya di navbera Erebîstana Suudî, EYE, Misir û Bahreynê de derket. Her çar welat ji meha Hezîrana 2017’an ve bi Qatarê ve di nav krîzê de bû.

Ev pêşketin bi zextên DYE yê çêbû. Roja Duşemê Kuwetê jî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku wê sînorên xwe yên hewayî û bejahî yên Riyad û Qatarê veke. Li ser vê wê Qatar jî giliyên xwe yên di asta saziyên navnetewî de yên bi Suudî Erebîsatanê re vekêşe.