Gerîla Azê bi nameya Viyan Soran, fermandara YJA Starê, ku ji bo Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike bedana xwe kirî agir, dibe xwedî biryareke zelal û dibêje, ji bo wê di nameya Viyan Soran de beşa herî balkêş ew beş bû ku digot, ”piştî şehîdbûna min li pey min govendê bigirin, bilîlînin.”
Azê li ser hîsên xwe ku cara pêşî gerîla dîtî wiha dibêje: ”Piştî wê nameyê ji bo ku biçim nav gerîla min gava pêşî avêt. Kelecanekê ez girtibûm. Min digot ez ê çi bikim, wê çawa min pêşwazî bikim. Ji ber malbata min welatparêz bûn, li ser rêxistinê min hin tişt zanîbûn. Dema ku min nû heval dîtini qet neaxivîm. Hevalan pirs ji min dikir, min li wan dinerî, li tevger, axaftin û kenê wan dinerî. Cara pêşî min hevalên jin li wir dîtibûn. Hevrêtiya wan pir bandor li min kiribû”

LI NAV GERÎLA MIROV BI HEV RE HEQ JI HER TIŞTÎ DERDIKEVE

Azê li ser rasthatina gerîlaya pêşî ya bi navê Sara re, wiha dibêje: ”2017’an ez hatim Mexmûrê. Hevaleke bi navê Heval Sara hate pêşwaziya min. Bi Kurdî gote min, ”Tu çima hatî?”, dema ku min gotiyê,”ez hatime ku bibim gerîla’ qêrînek pê ket û ez hembêz kirim. Ew hevrêtî min jî hîs kir. Piştre gote min, ”Êdî Delalên me yên nû, Azêyên me yên nû hene. Dêhna heval Azê li te dikeve, bila navê te Azê be. Hem ji xwe heval Azê jî ji Serhedê bû.” Piştî ku hevrêya wê nav lê dike, bi navê Azê têkoşîna xwe didomîne.

Çavkanî ANF