Êzidîyên Şengalê bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdan kirin. Malbatên Êzidî li ser gora zarokên xwe û Mam Zekî Şengalî kom bûn û dua kirin.
Li gor rê û resmên civaka Êzidî di rojên cejnan de pêwîste beriya roj derkeve, malbat herin ser gorên zarok, kes û karên xwe û xêrê ji bo wan belav bikin. Dema vedigerin jî li derdora malbatên xwe jî xêr li ser navê kesê njiyana xwe ji dest dayîn tên belavkirin.
Bi hatina Cejna Qurbanê re Êzidiyên li Şengalê serdana goristanên şehîdan dikin. Îro di saetên serê sibê de malbatan serdana gorên zarokên xwe kirin û piştî wê li ser gora Mam Zekî Şengalî kombûn û dua kirin.
Dayikên Êzidî bi seatan li ser gorên zarokên xwe lorandin. Dayîka li ser goristanan şîrînahî belav kirin û destegul danîn ser gorên şehîdan.
Malbatên Êzidî di dawiyê de çûn ser gora Mam Zekî Şengalî Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî. Bi sedan welatî li wir kombûn dua kirin. Piştî duayan welatiyan dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ avêtin û vegeriyan malên xwe.