Nûnerên Saziyên Êzidiyan ên Efrînî yên li Şehbayê qedexekirina karên Çira TV ên li Şêxan şermezar kirin û ji rayedaran xwestin ku qedexeyê bi dawî bikin.

Qenala televîzyonê ya civaka Êzidî Çira TV demeke nikare li warê pîroz ê Êzidiyan li Laleşê kar bike. Sedema vê yekê jî qedexeya Asayîşa Şêxan e ku bê hincet nahêle xebatkarên Çira TV li herêmê bixebite.

Civaka Êzidî ji vê qedexeyê nerazî ye. Ji Êzidiyên Efrînî yên li herêma Şehbayê Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan Mûstafa Nebo, ji Koordînasyona Jinên Êzidî Ayşa Sîdo û ji Yekîtiya Êzidiyan Orîvan Menan der barê mijarê axivîn.

‘QEDEXEKIRINA KARÊ ÇIRA TV LI ŞÊXAN BI KÊRÎ DIJMIN TÊ’

Nebo bi bîr xist ku di dîroka Kurdan de gelek ferman, talan û qirkirin li gelê Kurd hate kirin, lê belê dema dawî hin bûyerên ku bi destê Kurdan li dijî Kurdan tê kirin wan gelekî diêşîne.

Nebo diyar kir ku qedexekirina karên Çira TV li Şêxanê yek ji van bûyerên neyînî ye û destnîşan kir, ku ev nêzîkatî xizmetê ji dijminên Kurdan re dike.

Nebo qedexekirin şermezar kir û bi bîr xist, ku weşana Çira TV tenê der barê çand û ola Êzidiyan de ye û ji hikumeta Başûrê Kurdistanê xwest ku qedexeyê bi dawî bike.

Nebo destnîşan kir, ku di vê demê de pêwîstiya wan bi yekîtiyê heye, ne bi parçebûnê.

‘ÇIRA TV A ME HEMÛYAN E’

Ayşa Sîdo jî anî ziman ku ji ber fermanên heta niha li civaka Êzidî hate rakirin çanda wan timî veşartîbû, lê belê bi avabûna rêveberiya xweser re, her wiha bi bandora weşanên Çira TV êdî dikarin çanda xwe bi hêsanî belav bikin.

Sîdo destnîşan kir ku Çira TV a wan hemûyane û bi bîr xist, ku di 6’ê Cotmehê de serdanên Laleşê dest pê kiriye, lê belê ji ber qedexeyê Çira TV nikare vê yekê bişopîne.

Sîdo diyar kir ku Çira TV hemû tiştên li Laleşê radigihîne û bang li rayedaran kir ku li pêşiya karên Çira TV ên li herêmê nebin asteng.

Menan jî qedexekirina karên Çira TV li Şêxan û girtina dibistana kaniya spî şermezar kir û ji rayedaran xwest ku vê qedexeyê bi dawî bikin.