Federasyona Zindaniyên Siyasî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî biryara Amerîka ya ji bo desteserkirina sê rêber û şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan mehkûm kir û diyarkir ku helwesta Amerîka li gorî berjewendiyan hatiye dayîn û divê helwesta xwe li ser vê yekê zelal bikin.
Nerazîbunên li dijî biryara Amerîka ya li ser sê rêber û şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê her ku diçin zêde dibin. Bi vê boneyê îro Federasona Zindaniyên Siyasî yên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Amerîka bi armanca bi hêzkirina peywendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re vê biryarê daye. Lê ev helwesta berjewendîxwaz ya Amerîka ne nûye, ji di dîl girtina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de, Amerîka rolek sereke leyîstiye. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê jî bi heman awayî bêdeng ma.”
Herî dawî Federasona Zindaniyên Siyasî yên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: “Em vê helwesta Amerîka şermezar dikin, li gorî me di dîroka mirovahiyê de Amerîka hertim li dijî çîna blindest bûye. Bi taybet hertim li dijî hebûna Kurdan ya her çar parçeyên Kurdistanê bûye. Em daxwazê ji hemû kesên çepgir, democrat û netewî dikin da ku li dijî vê helwesta Amerîka bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.”