Li Wanê li dijî desteserkirina şaredariya bajarê mezin a Wanê Nobeta Demokrasiyê hatibû destpêkirin. Parlementerê HDP’ê Mûsa Farisogûllari tevlî Nobeta Demokrasiyê bû û diyar kir ku derbeya qeyyûm têkildarî tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan e.
Nobeta Demokrasiyê ya ku piştî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin di roja 43’emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku li ber avahiya HDPê ya Şaredariya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê berdewam kir de parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mûsa Farîsogullari, hevşaredarên navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ne rêveberiya qeyûm, rêveberiya gel” hat vekirin û dirûşmeya “Bijî berxwedana Wanê” hat berzkirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari di çalakiya îro de axivî û wiha got: “Wê bloka faşîst nikaribe vîna gelê Kurd têk bibe. AKP-MHP kîjan roja ku vîna gelê Kurd bi pêş bikeve, şerekê li dijî vê vînê dide dest pê kirin. Li dijî destkeftiyên rojavayê Kurdistanê amadekariyeke mezin a şer tê kirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan berdewam dike. Lê divê bê zanîn ku wê têkoşîna gelê Kurd bi ser keve. Darbeya qeyûm bi tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Rêya paşveşandina qeyûman di şikandina tecrîda li Îmraliyê re derbas dibe.”
Çalakiya îro bi strana hunermendê nemir Aram Tîgran a “Ay Dîlberê” bi dawî bû.