Faşîstan ala Tirk bi avahiya HDP’ê ya navçeya Bûca ya Îzmîrê daliqandin.
Faşîstan ala HDP’ê ji ser avahiya HDP’ê ya navçeya Bûcayê daxistin û ala Tirkan daliqandin.
Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Bûcayê Nîhat Turk, doh bi şev dema ku polîs lê geriyan, bi bûyerê hesiya.
Hevserok Nîhat Turk dema çû avahiya navçeyê dît ku deriyê avahiyê girtiye.
Nîhat Turk çû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û ji ber bûyerê gilî kir.