Seroka Parlementoya Başûr Rawez Fayîq diyar kir ku li Başur çapemeniya azad hatiye lewazkirin, çapemeniya ku sûcên hikûmetê jî nixuxmandin bihêztir bûye.
Şaxa Metro ya Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanî ya Başûrê Kurdistanê rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojanamevanan a sala 2020’ê eşkere kir.
Seroka Parlementoya Başûrê Kurdistanê Rewez Fayîq a tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû got: “Çapemeniya partiyan heye, gel vê dibîne û nas dike. Li aliyê din çapemeniyên ku xwe weke çapemeniya azad didin nasîn û ji aliyê partiyan ve tên destekirin û bi nêzîkbûna wan tê zanîn, hewl didin nelirêtiyê binixûmînin, propagandaya wan dikin hene. Gel van pir nas dike û dizane. Dîsa çapemeniya azad heye, ya çav û guhê gel in. Lê niha di demê xwe yê herî lewaz de ye. Bi taybet hate lewazkirin, li şûna wan yên ji aliyê partiyan ve tên destekkirin bihêztir bûn.”
Fayîq wiha domand: “Hikûmeta me biryarên li dijî qanûnê digire. Ji ber wê çapemeniya azad berî bi 3 salan hê zêdetir lewaz bûye. Binpêkirinên mafan ên Metroyê eşkere kirî, dide nîşandan ku çapemeniya azad nemaye.”
yên herî zêde hatine xwendin
Li Swêdê bi armanca piştevaniya bi girtiyan re çalakiya grevê destpê kir
Herikîna Avaşînê: Dilpak Faraşîn
Nasnameya gerîlayê şehîd hate ragihandin
Derewa MÎT’ê û PDK’ê ya ‘revandina zarokan’ pûç bû
‘Hatina gerîla ya ji bo Kerkûkê nîşaneya yekîtiya Kurd e’
Ji Jawaro ber bi refên gerîla, keçeke Hewremî
Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê fermandar Zerdeşt û hevrêyên wî bi bîr anîn